KCK: Derbarê agahiyên yekalî û provokatîf ên li ser PKK’ê bihistyar bin

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê name ji nûnertiyên biyanî ên li Hewlêrê re şand û xwest derbarê agahiyên yekalî û provokatîf ên derbarê PKK’ê de hişyar bin.
KCK’ê bang li civaka navneteweyî kir li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê derbarê geşedanên dawîn li Başûrê Kurdistanê nameyek ji nûnertiyên welatan û konsolosxaneyan re şand.

KCK’ê derbarê agahiyên ku PDK û dewleta Tirk yekalî û ‘şaş û alîgir’ dide jî hişyarî kir.

KCK’ê qala qirkirina li ser Kurdan kir a ku ji dîrokê û heta hikumeta faşîst a AKP û MHP’ê didome.

KCK’ê rexne li welatên Ewropayê kir ku ji ber berjewendiyên xwe piştgiriyê didin vê polîtîkayê.

Di nameyê de qala aloziya li Metîna hate kirin a ku hêzên PDK’ê hêz şandiye qada ku 25 sal in ne li wir e û diyar kir ku daxuyaniyên PDK’ê yên derbarê pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dane û ji ber vî tiştî PKK tê sûcdarkirin jî ne rast e.

Di nameyê de hate diyarkirin ku daxuyaniyên wisa aloziyên di navbera gelê Kurd de zêde dike.

KCK bang li konsolosxane û nûnertiyên welatên rojava kir ku bila derbarê van meseleyên ‘alîgir û provokatîf’ bihistyar bin û li hemberî tevgera dagirker a ku li dijî hiqûqa navneteweyî jî rola xwe bi cih bîne.

KCK’ê bang li civaka navneteweyî jî kir ku divê li hemberî dagirkeriya Erdogan were derketin, dewleta Tirk were sekinandin û destûra xeyalên Osmaniya nû neyê dayîn.

Back to top button