Şandeyeke Şengalê serdana Qendîlê kir û piştgiriya bi gerîlayan re nîşan da

Çalakî û nerazîbûnên gel û rêxistinên başûrê Kurdistanê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê her diçe zêde dibe.
Komek hunermendên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê ragihand ku ew ê roja 17’ê Hezîranê li dijî dagirkeriya Tirk dest bi meşê bikin û bang li her kesî kir ku tevlî meşa dijî dagirkeriyê bibin.
Ciwanên herêma Raperînê jî kampanyaya boykotkirina kel û pelên Tirk û rêzefilmên Tirkî da destpêkirin.
Şandeyeke Şengalê jî serdana Qendîlê kir û piştgiriya xwe bi berxwedana gerîlayan re nîşan da.

Şandeyeke Şengalê ku ji rêveber û endamên Rêveberiya Xweser a Şengalê pêk tê serdana Qendîlê kir.

Endamê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên ser navê şandeyê axivî û bibîr xist ku gerîlayên HPG/YJA Star piştgiriya gelê Şengalê kiriye lewma ew jî niha bi armanca destekdayîna gerîlayên azadiyê hatine vir.

Azad Hisên bang li partiyên Kurd kir ku ji bo yekîtiyê kar bikin û ji hikûmeta Iraqê jî xwest ku dijî êrîşan helwestekê nîşan bide.

Li Silêmaniyê hunermendan banga tevlîbûna meşa 17’ê Hezîranê kir

Komek hunermendên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê derbarê dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Kurdistanê, daxuyaniyek da.

Hunermendan ragihand ku ew ê roja 17’ê hezîranê saet 17:00’an li ber derê Baxê giştî ya şeqama Salim a Silêmaniyê kom bibin û dijî dagirkeriya Tirk bimeşin.

Di daxuyaniyê de bang li her kesê hate kirin da ku tevlî meşa dijî dagirkeriyê bibin.

Ciwanên Raperînê kampanyaya boykotkirina kel û pel û rêzefilmên Tirkî da destpêkirin

Li herêma Raperînê ya Başûrê Kurdistanê Ciwanên Welatparêz û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer, di çarçoveya pêngava Werin Cenga Azadiyê, kampanyaya boykotkirina kel û pelên Tirkî û rêzefilmên Tirkî da destpêkirin.

Ciwan ji bo boykotkirina kel û pelên Tirkî û rêzefilmên Tirk, di nava bazarê de belavok belavkirin.

Li Raperîn jî kampanyaya boykotkirina malên Tirkî hate destpêkirin

Back to top button