LEYLA GUVEN 146 ROJ IN LI DIJÎ TECRÎDÊ LI BER XWE DIDE

Li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan çalakgerên greva birçîbûnê dîrokê dinivîsin. Ev 146 roj in Guven bi îradeyek xurt li dijî tecrîdê li ber xwe dide.Tevî çalakiya Guven, çalakiyên li girtîgeh û derveyî girtîgehan jî dewam dikin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, 146 roj in li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan, di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye.

Li girtîgehan jî girtî 108 roj in di grevê de ne.

Çalakiya koma yekem a girtiyên girtîgehên Tirkiye 108 roj in didome.

Ji 1’ê Adarê ve jî bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di greva birçîbûnê de ne.

Çalakiya wan jî 33 roj in li dar e.

‘HETA DAXWAZA ME WERE QEBÛLKIRIN WÊ ÇALAKIY ME DEWAM BIKE’

Yek ji van girtiyan jî Agît Tekîn ku li Girtîgeha Tarsûsê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.

Tekîn ragihand ku îdareya girtîgehê ji bo girtî çalakiya xwe bi dawî bikin bi ser wan de tê û got:

“Dixwazin em dev ji çalakiya xwe berdin.

Lê belê heta daxwaza me neyê qebûlkirin wê çalakiya me dewam bike.”

GIRTIYÊN DI GREVÊ DE: DENGÊ XWE TEVLÎ DENGÊ ME BIKIN

Her wiha Girtiyên li Girtîgeha Bandirmayê ku 70 roj in di grevê de ne jî ragihandin ku ji bo bidawîbûna tecrîdê ew amade ne her berdêlê bidin û gotin,

“Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li berxwedanê derkevin û dengê xwe tevlî dengê me bikin.”

Li aliye din Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne ku ji heyetekê pêk tê ji bo bi Wezareta Dadê re hevdîtin bikin çûn Enqereyê.

Lê polîsan destûr nedan malbat têkevin nava Enqereyê.

Malbat bi saetan in li Golbaşi tên rawestandin.

Xizma girtiyan Afife Kartal, diyar kir ku heta têkevin Enqere û biçin bi wezaretê re hevdîtin bikin dê li vir li ber xwe bide.

Li aliyê din Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî çalakiya xwe li mal didomînin.

Ji van;

Çalakiya Sedat Akin 87, Gurbet Ektîren 77, Semra Alkan 86, Îhsan Sinmiş 35 roj in di greve de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.

Her wiha Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag 31 û Tayip Temel û Murat Sarisaç jî 26 rojin li avahiya HDP’ê ya Amedê di grevê de ne.

Leave a Reply

Back to top button