Cenazeyê Ebû Bekir Tewfîq li Qeladizê hat oxirkirin

Cenazeyê welatiyê ku duh bi êrîşên balafirên şer ên dewlata Tirk şehîd bû îro hat oxirkirin.

Cenazeyê Şehîd bi merasîmeke gerseyî li goristana Şêx Wisû a Qeladizê hate oxirkirin û bi sedan kes tevli bûn.

Li goristanê Mela Mistefa Heme axivî û bang li NY, hikûmetên Iraq û başûrê Kurdistanê kir ku êrîşên Tirkiyê rawestînin.

Her wiha li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê yên Başûrê Kurdistanê Diyarî Mihemed jî axivî û got,

”Em hêvîdarin ku xwîna şehîdan bibe hêviya yekîtiya Kurdan û xwîna zarokan bes bê rijandin”.

Duh balafirên dewleta Tirk a dagirker wesayîtek sivîl li bajaroka Pişder a Silêmaniyê bombebaran kir.

Di encamê de welatiyê bi navê Ebubekir Tofîq ku di nava wesayîtê de bû şehîd bû.

Back to top button