Çapemeniya Cihanê civîna Erdogan û Biden şîrove kir

Dosyayên girîng û bigirêk, wê li ser maseya Serokê DYA Jeo Bedin û Serokomarê Tirkiyê Erdogan bin.
Erdoganê ku ji ber hevdîtina bi Biden re helwesta xwe nerm dike, gelo wê karibe çav ji kirîna sîstema S-400 a Rûsî, dagirkeriya li Sûrî, Lîbya, Rojhilatê Deryaya Spî û Qerebaxê re bide girtin.
Gelo wê Erdogan karibe bi helwesta xwe ya nerm, aloziyê kêm bike û encamên dixwaze bigire?
Ev yek ji aliyê çapemeniya cihanê ve bi şîroveyên cuda derket pêş.

Serokê DYA Jeo Biden piştî sê mehan ji hatina li ser rêveberiya welat, 23 Nîsanê bi Serokomarê Tirkiyê Erdogan re pêwendiya telefonê pêk anî.

Sedema peywendiyê jî ji bo qebûlkirina qirkirina Ermeniyan ya sala 1915’an bû.

Piştî wê pêwendiyê jî, îro yekem car Biden û Erdogan li Brukselê dicivin.

Rojnameyên cîhanê ev hevdîtin bi gelek sernavên cuda şîrovkirin.

The New York Times: Erdogan li ber çavê lîderan dixweze xwe baş bike

Rojnameya The New York Times di gotara xwe de balkişand li ser zimanê nerm yê Erdogan ya bi nêzbûna civîna bi Biden re.

Rojnameyê got:

Erdoganê ku salên dawî li dijî dijberên xwe zimanekî tund bi kar tanî, niha ketiye nava hewldanên bidestxistina dilê lîderên rojavayî.

Bloomberg: Rêyên efûkirinên dijminahiya Tirkiyê bi dawî bûne

“Pêwîst e Rojava nîşan bide ku, riyên efûkirinê yên li hemberî dijminahiya Tirkiyê bidawî bûne”.

Tora Bloomberg jî bi vê sernavê hevdîtina navbera Biden û Erdogan ku wê pêk were şîrove kir.

Ji bo nêzbûna Çîn, Rûsya û Îranê, Tirkiyê dev ji Rojava berda.

Sebra NATO ya li hember Erdogan kêm bûye, pêwîste Biden eşker bike ku divê yek ji wan her du şopan hilbijêre.

Her wiha dikare cezayên aborî û qedexeyên firotina çekan ji Tirkiyê re were birîn.

The Washington Post: Enqere, dixwaze wêneyên piştevaniyê bibîne

Rojnameya The Washington Post jî diyar kir ku hevdîtina rû bi rû ya dawî navera Serokê DYA Jeo Biden û Serokomarê Tirkiyê Erdogan sala 2016 têkildarî derbeya li Tirkiyê pêkhatbû.

Rêveberê Enstîtuya Rojhilata Navîn a li Washingtonê Junol Toole derbarê hevdîtinê de ji rojnameyê re axivî û got,

“Diyar e ku hêviyên Enqerayê zêde ne, dixwazin fotoyê Erdogan û Biden ên destdayînê bibînin”.

AP: Di gelek mijaran de nelihevkirin heye

CNN International, jî ragihand ku piştî peywendiya navbera aliyan ya ji bo mijara qirkirina Ermeniyan ya 1915’an wê bi aloz be.

Ajansa nûçeyan a Associated Press (AP) nivîsand ku nakokiyên her du hevalbendên NATO’yê li ser gelek mijaran, wekî “hêzên kurd li Sûriyê, pirsgirêka S-400” hene.

Di nûçeyê de, her weha hat destnîşankirin ku rojeva heyî ya her du serokan dê rol û mafên mirovan be ku Tirkiye dikare piştî vekişîna ji Sûriye û Afganistanê bilîze.

Ajansa Reuters jî diyar kir ku civîna yekem di navbera her du serokan de, ya ku dê pênc meh piştî Biden dest bi kar bike, dê nîşana têkiliyên sar ên navbera Enqere û Washington e.

Back to top button