Lîderên 30 welatên NATO li Brukselê civiyan

Bi beşdarbûna serokên dewletên endamên NATO’yê, civîna NATO li Bruksel destpê kir.

Di civîna li navenda NATO ya Brukselê pêk tê de, lîderên 30 welatan amde ne.

Di rojeva civînê de, diyarkirina nexşeya rêkeftinê ya tifaqa 10 salên bê, nûjenkirina konsepta stratejîk a NATO-yê, rabûna Çînê, dewleta têkiliyên bi Rûsyayê re, Ukrayna, Afxanîstan û mijarên din heye.

Piştî ku lîderên welatan hatin pêşwazîkirin, bi şopandina rêgeza mesafeya civakî wêneyek malbatê hate kişandin.

Serokê DYA Joe Biden yekem care bi erkê serokatiya welat beşdarî civînê dibe.

Sekreterê Giştî yê NATO-yê Jens Stoltenberg beriya civînê daxuyaniyek çapemeniyê da û got:

“Çîn ne dijmin e, lê ew di warê ewlehiyê de astengiyan derdixe pêş.

Divê em bi komî bersivê bidin rabûna Pekînê.”

Stoltenberg anî ziman ku têkliyên wan yên bi Rûsya re ji serdema “Şerê Sar” jî lewaztir bûne.

Her wiha tê payîn ku di dawiyê de daxuyaniyek were weşandin.

Tê pêşbînîkirin ku piştî bidawîhatina civînê, wê civînên dualî yên hin serokan li navenda NATO’yê pêk werin.

Back to top button