Meclisa Sivîl a Dêrazorê yekemîn kargeha xwê li herêma El-Sebe Kîlo ya gundewarê Dêrazorê vekir.
Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê kargeha xwê kargeh bi armanca pêdiviyên herêmê vekir.
Têkildarê vê yekê, endamê rêveber ê kargehê Hesen Şêx Mûsa diyar kir ku hilberîna kargehê ya rojane digihîje 8 tonan.
Rûbera kargehê nêzî 4 donim e û tê de 20 karker ji 8’ê sibehê heta bi saet 3’yê berêvarê dixebitin.
Xwêya xav ji gola nîştî ya li ser sînorê Sûriyê-Iraqê tê derxistin û di kargehê de di gelek qonaxan re derbas dibe heta xwêya herî baş derdikeve.