2 BAJARÊN PARÊZGEHA LORISTANÊ BIN AVÊ DE MAN

Barana ku ev nêzî heftiyeke dibare bi xwe re lehî û gelek ziyan anî.
Li Rojhilatê Kurdistanê du bajarên parêzgeha Loristan bi temamî di bin avê de man.
Li Kerkûk û Kelar yên başûrê Kurdistanê jî lehî rabû û bû sedema ziyanan.

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê barîna baranê dewam dike.

Bi rojane ji ber barana zêde lehî rabûye û gelek kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ji ber lehiyê du bajarên parêzgeha Loristan ya Rojhilatê Kurdistanê bi temamê dibin avê de man.

Li Rojhilatê Kurdistan bajarê Poldoxter û Memulan bi temamî ketin bin avê de.

Xelkê li bajêr li benda rizgar kirinê ye.

Welatî ji ber lehiyê çûne ser xaniyên xwe.

Bi sedan kes jî ji ber lehiyê berê xwe dana serê çiyan.

Ji duh ve xetên internet û telefonê naxebitin. Hemû rêyên çûyîn û hatinê jî qut bûne.

Ango peywendî bi her du bajaran re qût bûye.

Duh qeymeqamê bajarê Poldoxter Nimetula Destyarî got;

“Heta niha zêdetirî 4 hezar xanî dibin avê de mane û 15 gund jî dibin metirsiya lehiyê dene.”

Li gelek bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê jî rewşa awarte hatiye îlan kirin.

Heta niha bi sedan rê ji ber lehiyê xirabûne.

Bi sedan gund jî dibin metirsiya lehiyê dene.

Ji ber metirsiya lehiyê bi dehan gund hatine valekirin û biryara vale kirina bi dehan gundên din jî hatiye dayîn.

Ya balkêş ewe ku hikumet û saziyên dewletê bi hewara xelkê ve naçin û xemsar nêzîk dibin.

BARANA ZÊDE BÛ SEDEMA ZIYANÊ

Nêzî 2 hefteyane li Iraq û herêma başûrê Kurdistanê baranek zêde dibare.

Baran li gelek cihan bû sedemê lehiyê.

Li Kerkûkê jî duh bi şev baranek zêde barî û ziyan gihand 10 mal û gelek dikanên li taxa Penca Elî .

Li gorî agahiyan hemû kel û pelên di dukan û malan de xirabûne û bûye sedema ziyanek madî.

Li bajarokê Rizgarî yê ser bi navçeya Kelar jî lehî rabû.

Di dema lêhiyê de dema wesayîtek xwest derbazî aliyê din ê rê bibe li ber lêhiyê ket.

Nehat zanîn kesên di wesayîtê de rizgar bûne yan na.

Leave a Reply

Back to top button