Nivîsgeha Têkiliyan a PYD’ê ya li Herêma Firatê komxebatek bi diruşma “Bi dîplomasiya civakê em parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin” li dar xist.
Komxebat li hola Firatê ya Kobanê li dar ket û tê de gelek kesayetên serbixwe, rewşenbîr, şêxên eşîrên Ereb û Kurd ên Herêma Firatê lê amade bûn.
Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomasî ya PYD’ê a Herêma Firatê Bekir Hac Îsa axivî û diyar kir ku pêdiviya vê rêgeza rasteqîn a avakirina pergaleke demokrat bi xebata îsbatkirina têgeha dîplomasiya civakî heye.
Piştî nîqaşa bi beşdaran re, komxebat bi gelek encamnameyan bi dawî bû, jê jî:
-Piştevaniya deste, komîte û nivîsgehên Rêveberiya Xweser.
-Divê, civîn di navbera rûspî, şêx û rêxistinên civaka sivîl û rêveberiyê de werin lidarxistin
-Meclisa Şêwirê ji rûspiyên eşîr, partî, kesayetên serbixwe û rewşenbîran re were avakirin
-Kongreya neteweyî ya sûrî were lidarxistin ku bibin hevkar di avakirina pêşeroja Sûriyê de.
Her wiha komxebat bi axaftina Hevserokê PYD’ê Enwer Muslim bi dawî bû û wiha got: “Nabe hevrûkirin di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên ku dewleta Tirk a dagirker dagir kirine çêbibe.