Aram Hena: Divê civaka navdewletî li dijî kiryarên Tirkiyê ji bêdengiyê derkeve

Îro salvegera 106`an a komkujiya “Sêfo” ye ku bi destê Osmaniyan pêk hat. Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Suriyan Aram Hena ev komkujiya ku di encamê de nêzî 500 hezar suryanî û asûrî hatin kuştin, şermezerar kir.

Aram Hena eşkere kir “Îro dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê heman komkujiyan didomîne.”

Hena da zanîn ” Dewleta Tirk û çetewyên wê rojane bûyerên kuştin, wêranî û talankirinê pêk tînîn. Dêran wêran dikin, hemû yasayên navdewletî binpê dikin û hîn jî civaka navdewletî wekî dema komkujiya Sêfo bêdeng e.”

Aram Hena di dawiyê de ji civaka navdewletî xwest ji bêdengiya xwe derkeve û li dijî neviyê Osmaniyan, helwestê nîşan bide.

Back to top button