Kongreya Civaka Îslama Demokratîk kongreya xwe ya duyemîn li dar xist

Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kongreya xwe ya duyemîn li dar xist, û tê de rêveberiya xwe ya nû hilbijart. 

Kongr li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo bi beşdarbûna nûnerên saziyên sivîl, olî û partiyên siyasî hate lidarxistin.

Endamê Saziya Olî ya Reqayê Şêx Ehemd Arûnî rapora xebatên du salan ên Kongreya Civaka Îslama Demokratîk xwend û sinevîzyoneke li ser karên ku pêk anîne, hate pêşandan.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Muna Yûsif bal kişand ser girîngiya ku civak ber bi rêya durust ve were bi rêvebirin.

Piştî axaftinan kongre ji ragihandinê re girtî dewam kir û rêzikname hate nîqaşkirin.

Piştre 25 endamên Meclisa Şûra ya Giştî ya Kongreya Civaka Îslama Demokratîk, 9 nûnerên kongeyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserok û 4 şêwirmendên hevserokatiya kongreyê hatin hilbijartin.

Kongrê bi biryaran bi dawî bû, Ji wan;

-Li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê akademiyên îslama demokratîk werin vekirin.

-Tevahî endamên kongreyê li ser meteryalên îslama demokratîk werin perwerdekirin,

-Têkilî bi saziyên derve yên têkildarî kar û barên olî re werin xurtkirin,

-Rola jinan di kongreyê de were xurtkir û di aliyê çandî, siyasî û civakî de were pêşxistin.

Back to top button