Erdogan di Civîna NATO’yê de tişta ku dixwest negirt

Civîna serokên NATO’yê ku li Brukselê pêk hat, bi encama NATO were xurtkirin û ewlekariya dewletên Ewropayê were parastin, bi dawî bû.

Her wiha di hevdîtina dualî ya Joe Bîden û Erdogan de jî derket holê ku tişta ku Erdogan armanc dikir negirtiye, aliyan siyaseta hevdû îdarekirinê meşandin e.

Duh bi beşdarbûna 30 serokên dewletên endamên NATO’yê, civîna NATO li Bruksel pêk hat.

Rojevên civînê diyarkirina nexşeya rêkeftinê ya tifaqa 10 salên bê, nûjenkirina konsepta stratejîk a NATO-yê, rabûna Çînê, dewleta têkiliyên bi Rûsyayê re, Ukrayna, Afxanîstan û mijarên din bûn.

Piştî pêşwazîkirinan û kişandina wêneyên balbatê, civînên dualî di navbera beşdarvanên NATO’ê yê de çêbûn.

Di vê civînê de bala herkesî li ser hevdîtina Serokê DYA Joe Biden û Erdogan bû.

Civîna Erdogan û Biden ku herkes bendê bû di saet 8’ê êvarê de pêk hat.

Hate ragihandin ku tevî tercûmanan bi giştî civîna Biden-Erdogan 45 deqe domandiye.

Di civînê de wekî ku Erdogan digot dê mijara piştgiriya Amerîka ji bo YPG; naskirina komkujiya Ermenistan û alikariya ji bo koçberan bi Biden re biaxive.

Lê piştî civînê Erdogan derbarê hevdîtina xwe bi Biden re daxuyaniyek da.

Erdogan bi xwe daxuyaniyên xwe yên beriya hevdîtinê derewand û diyar kir ku naskirina komkujiya Ermenan neketiye rojeva wan.

Di mijara YPG û S-400 de jî Erdogan da xuyakirin ku bi Amerîkayê re li hevnekirine lê tevî van hemûyan jî hevdîtin weke ji aliyê dîplomasiyê de erênî girt dest.

Derbarê hevdîtinê de heta niha ji aliyê rayedarên Amerîkî de daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Lê rojnamevan û çavdêrên ku civîna Erdogan û Biden şopandin daxuyakirin ku her du aliyan dewsa ku hin dosya li dijî hev bikarbînin, siyaseta hev îdarekirinê meşandine.

Taybet Joe Biden ji bo ku Tirkiyê di mijara Efxanistan û stratejiya xwe ya derbarê Rusya û Çînê de bikarbîne, weke hevkareke girîng pênasekir.

Rojnamevana nirxandina Erdogan a ku derbarê mayîna hêzên Tirkiyê li balafirgeha Kabûlê ya NATO’yê weke bazarek pênasekirin û gotin:

“Erdogan bi xwe pêşniyar kiriye ku hêzên Tirkiyê li balafirgeha Navneteweyî ya Efxanistanê bimîne.”

Civîna NATO’yê bi encamnameyeke parastina ewlekariya Ewropayê bi dawî bû

Piştî hevdîtinên dualî civîna NATO’yê encamnameya civînê hate parvekirin.

Di encam namê de hate diyar kirin ku Konsepta Stratejîk a 30 welatên endam ên sala 2030 hatiye pejirandin.

Li hember gefên ku ewlehiya Ewropa, Atlantîkê dixin xetriyê dê organîze û xurtkirina Natoyê bidome.

Back to top button