Hevserokatiya KCDK-E’yê bi daxuyaniyekê diyar ku encamnameya civîna bilind a Lîderên NATO’yê, ji bo nixumandina sûcên Erdgoan û dagirkeriya Tirkî yên li Rojhilata Navîn e.
KCDK-E’yê her wiha da zanîn ku civîna NATO’yê dê rê li ber kirina komkujiyên nû der heqên Kurdan de xweş bike.
KCDK-E’yê destnîşan kir ku biryarên civîna NATO’yê, her wiha rê li ber girtina jinûveavakirina demokrasiya li Tirkiyê digire û dê bi milyonan mirov digel xizanî û birçîbûnê rûbirû bimînin.
KCDK-E’yê got:
“Piştgiriya ji bo hikûmeta AKP-MHP’ê ya faşîst, dê li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn bi giştî, bibe sedema bêaramiyeke nû û komên berber ên mîna DAIŞ’ê zêdetir belav bibin.
Li ser vê, em bang li gelan dikin ku li ber vê biryar û nêzîkatiya NATO’yê rabin û ji bo çareseriyê nerazîbûnan nîşan bidin û piştgiriya ji bo têkoşîna demokrasiyê were dayîn.”