Efxanistan..li Rojhilatê welat 4 xebatkarên tenduristiyê hatin kuştin

Efxanistanê

Vê sibê li rojhilatê Efxanistanê di êrîşên cûda de 4 karmengên tenduristiyê hatin kuştin û 3 birîndar bûn.

Wezareta Tenduristaiyê ya Efxanistanê û polîsên herêmî têkildarî bûyeran daxuyanî dan.

Di daxuyaniyan de hate gotin ku vê sibê di êrîşên diyare pîlankirî de li rojhilatê welat 4 karmendên tenduristiyê yên di ekîbên taybet ên aşlekirina zarokan li dijî felca zarokan de kar dikin, hatin kuştin û 3 kesên din birîndar bûn.
Di 12`ê gulana sala derbasbî jî li bajarê Deşet Berşê ya Efxanistanê komên çekdar êrîşî nexweşxaneyê kirin.

Di encamê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan, ji ber wê jî rêxistina Pijşkên Sînor Nenas xebatên xwe li Efxanistanê bi awayekî demkî rawistandibû.

Back to top button