Li Qamoşlo ji bo zarokên bi nexweşiya penceşêrê komeleya Emîn hate vekirin

Li Qamişlo bo piştevanîkirina zarokên bi nexweşiya penceşêrê, komeleya bi navê Emîn li taxa Mesarif hate vekirin.

Bi navê komeleyê Endama giştî Hêlîn Hesen ji Hewar’ê re axivî û got:

“Wekî insiyatîfa yekemîn me bi vekirina vê komeleyê ji herêma Cizîrê dest pê kir.

Komele ji 25 ta 50 zarokên ji 10 ta 12 salî werdigire, bi armanca piştevanîkirina zarokan, destekdayîna bi malabatan re ku awayê danûstandina rast bi wan re bi kar bînin ku bikaribin tevlî civakê bibin.

Ji her beşî re kadroyên wê yên taybet hene; mîna zanista derûnî, civakî û ya werzîşê.”

Hêlîn Hesen da zanîn ku komeleyê hemleyên Kêfxweşiya Sêwiyan û ya astengdaran li dar xistin, û ji bilî projeyên hin hemleyên din jî, ew ê derziyan bidin zarokan.

Back to top button