HPG: Li herêma Avaşînê, 5 dagirker hatin kuştin û 3 birîndar bûn

HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan li Avaşînê li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker berxwedaneke destanî dimeşînin.
HPG’ê da zanîn ku 5 dagirker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn her wiha dagirkeran xwe gavekê bi paş de vekişandine.

Berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê bi îradeyek ji polat dewam dike, artêşa Tirk li hemberî berxwedana gerîla têk diçe.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser berxwedana gerîla ya li Avaşînê daxuyaniyek weşand.

HPG’ê destnîşan kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê li dijî dagirkeran çalakî hatine lidarxistin û ev agahî parve kir:

“14’ê Hezîranê li qada Werxelê, bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin ku dixwestin xwe nêzî tunelên şer bikin.

Dagirkerên ku derb xwarin nekarîn bi pêş ve biçin.

Hêzên me ew xistin bin kontrolê, bi çekên ferdî li wan xistin û leşkerkekî Tirk hat kuştin.

Di heman rojê de, 4 dagirkerên din hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.”

HPG’ê diyar kir ku dagirkeran xwestin li qadê belav bibin lê ji ber nikarîbûn, diron xistin meryetê, lê hevala dronê jî xistin û diron jî vekişiyan.

HPG’ê da zanîn ku dagirkeran bi helîkopterên êrîşê û 2 helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe ji herêmê birin, di heman demê de çeperên şer bi helîkopteran hatin bombebarankirin, lê tiştek bi gerîla nehat

Her wiha şerê giran ê li qada Werxelê bi berxwedana fedayî ya hêzên gerîla hîn jî dewam dike.

Back to top button