ZÊDETIRÎ 113 MILYON MIROV AZARÊN BIRÇÎBÛNÊ DIKIŞÎNIN

Neteweyên Yekbûyî raporek der barê sedemên derketina aloziyên birçîbûnê sala 2019’an amade kir.
NY’î ragihand ku zêdetirî 113 milyon kes li 53 welatan zemetiyên “birçîbûna tund” bi sedema şer û felaketên hewayî dijîn.
Her wiha Sûriye kete rêza 8. a lîsteya welatên ku bi rêjeya ji sedî 20 bi birçîbûnê rû bi rû yee.

Neteweyên Yekbûyî raporek têkildarî sedemên derketina aloziyên birçîbûnê sala 2019’an li tevahiya cîhanê, amade kir.

NY’î ragihand ku zêdetirî 113 milyon mirov li 53 welatan zehmetiyên “birçîbûna tund” ji ber sedema şer û kerasetên hewayî dikişînin.

Her wiha destnîşan kir ku parzemîna herî zêde zirarê dibîne, Afrîka ye.

Netewên Yekbûyî di daxuyaniya xwe de ev agavî parve kir:

Li gorî Rêxistina Xurek û Çandiniyê (FAO) Yemen, Afganistan, Sûriye û Kongoya Demokratîk di rêza 8. de ne ku rû bi rûyî xetereya birçîbûnê ya cîhanê ne.

Rêveberê Beşa Awarte ya rêxistinê  Dominique Bourguignon ji ajansa AFP’ê re diyar kir ku welatên Afrîkayê bi awayekî zêde zirar dîtiye.

Nêzî 72 milyon mirov rastî birçîbûna tund hatine , alozî û nebûna ewlehiyê sedemên sereke yên krîzê ne.

Ji wê jî zêdetir nakokiyên aborî û ji rewşên awarte yên hewayê ku dibe sedema zihabûn û lehiyan jî.

Welatên bi birçîbûnê re rû bi rû ne, şêniyên wan ji sedî 80 debara xwe bi çandiniyê dikin.

Her wiha pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî yên xwarinê yên lezgîn hene û geşkirina çandiniyê jî heye.

Di ropora de hate gotin zextên li ser dewletên ku penaber pêşwazî kirine jî yek ji sedemên krîzê ye.

Wekî dewletên cîranên Sûriyê, Bengladeş ku zêdetirî milyonekê koçber pêşwazî kirine.

Li ser asta cîhanî jî di raporê de hate bibîrxistin ku rewşa îsal ji ya sala borî siviktir bûye.

Her wiha di sala 2017’an de êşa birçîbûnê ya 124 milyon mirovan hate qeydkirin.

Rêxistinê da zanîn ku sedema vê sivikbûna êşa birçîbûnê ji ber li Dewletên Amerîkaya Başûr û herêma Asya li gorî salên borî felaketên hewayî kêm bûn.

Li aliyekî din jî rêxistinê hişyar kir ku dibe îsal zêdetirî 100 milyon kes ji ber rewşa aloziyên heyî zehmetiyan bibînin.

Leave a Reply

Back to top button