Besê Erzîncan: Rêber Apo di nava pergaleke êşkenceyê li ber xwe dide

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan jî derbarê êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê de diyar kir ku gerîla xaka başûrê Kurdistanê diparêze û got, “partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl, rewşenbîr û jinên başûr divê li ber dagirkeriyê rabin û sekna PDK’ê ku hevkariyê bi dewleta Tirk re dike rexne bikin.”

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û berxwedana gerîlayên YJA Star û HPG’ê ji ANF`ê re axivî.

Besê Erzîncan diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan 23 sal in li Îmraliyê di nava sîstema êşkence û tecrîdê de, bi vîneke xurt li ber xwe dide û got:

Sekna Rêber Apo a berxwedan, şêweyê afirîneriyê yê dîroka mirovahiyê ye. Bûyerên ku diqewimin hemû nîşan didin ku şoreşa Kurdistanê, şoreşa jinê bi fêhmkirina Serok Apo dikare pêk were.

Besê Erzîncan: Berxwedana YJA Starê, biryardariya gelên Rojhilata Navîn e

Besê Erzîncan îşaret bi berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê kir.

“Berxwedana bi rûmet û hebûnê ya gelê Kurd e ku bi çand, ziman û nasnameya xwe li Rojhilata Navîn dimeşîne. Biryardariya gelên Rojhilata Navîn e ku li ser bingeha ekolojîk, demokratîk û azadîparêziya jinê jiyanekê biafirîne.

Endama Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir ku bi pêşengiya YJA Starê, hêzên HPG’ê berxwedaneke bêhempa tê dayîn û got:

Berxwedana gerîla ya ku ji 23’ê Nîsanê dest pê kir û çalakiyên ji hingî ve tên lidarxistin, bi berdêl û kedeke mezin bi rengekî serketî tê meşandin.

Besê Erzîncan eşkere jî kir ku vê têkoşînê, hêrsa li dijî dijmin mezin kir.

Besê Erzîncan: Jin wê ti carî hevkariya PDK bi dewleta Tirk re qebûl nekin

Têkildarî hewldanên PDK’ê jî Besê Erzîncan diyar kir ku pozîsyona şer a ku PDK li dijî gerîlayên Kurdistanê ketiye nav, ji aliyê gelê Kurd û jinan ve ti carî nayê qebûlkirin û got:

Di serî de gelê me yê Başûr, gelê me bi temamî ji şerekî gengaz ê navxweyî gelekî bi fikar e. Ji vê rewşê jî PDK berpirsyar e. Divê PDK bes gerîla provoke bike. Divê pêşmerge nekeve vê xefikê. Nekeve nava şerê birakujiyê.

Besê Erzîncan: Li dijî şerê birakujiyê jinên li Başûrê Kurdistanê platformên hevpar ava bikin

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan li dijî vê yekê bang li jinên li Başûrê Kurdistanê kir ku ji bo di navbera Kurdan de şer rû nede platformên hevpar ava bikin.

Her wiha bang li jinên Ereb, ên li Iraqê, Tirkmen, Suryan, Ermen, Şîa, Sûnî, Êzidî jî kir ku li dijî dewleta Tirk a faşîst helwestê nîşan bidin û têkoşîna hevpar biafirînin.

Back to top button