Somal..Di êrişeke xwekujî ya li navendeke leşkerî de 15 kes mirin

Li paytexta Somalî Mogadîşo dijî navendeke perwerdeya leşkerî êrişek xwekujî pêk hat. Di encamê de, herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî ajansa Reuters jimara kuştiyan spart çavkaniyeke xwe yê li Nexweşxaneya Madîna ya li paytextê.

Rêveberên li nexweşxanê piştrast kirin ku qurbanî di bombebaranê de mirine.

Berpirsekî leşkerî yê Somalê Odawaa Yusuf Rage di daxuyaniya xwe ya despêkê ji bo çapemeniyê dayî de, got,

Li navenda leşkerî ya General Degaban êrişekî xwekujiyê pêk hatiye.

Di encamê de 10 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û 20 jî birîndar bûne.

Heta niha ti komekê ev êrişa ku saetên sibehê pêk hatî li xwe negirtine.

Ji êrişê tevgera el Şebab ya terorîst berpirsyar tê girtin.

Back to top button