NATO wê li Efxanistanê bimêne!

Civîna lîderên NATO.
Rûsya, Çîn, Efxanistan… hwd
Biryar hatin girtin.
Skr. Gşt. NATO Stoltenberg Rûsya.

Lîderên welatên NATO li Brukselê bi mijarên, Çîn, Rûsya, Efxanistan, Covid-19, Avhewa û mijarên din civiya.

Di dawîya Civînê de Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg civînek çapemeniyê lidarxist û encama wê eşkere kir.

Jens Stoltenberg ragihand ku kontrol û ewlehiya Balafirgeha Navneteweyî ya Kabul li Afganistanê dê bimîne ji NATO re, lê hîna biryarek zelal ya şêwazê mayîna wê nehatiye dayîn.

Bi vî rengî, hebûna NATO ya li Afganistanê dê bi çar awayên girîng dewam bike:

Çavkaniyên darayî dê ji hêzên ewlehiyê yên Afgan re werin veguheztin.

Hêzên taybetî yên Afganî dê li derveyî welêt perwerde bibînin.

NATO dê hebûna sivîl û şîreta xwe bidomîne.

Ewlehiya balafirgehê û hin binesaziyên din dê werin pêkanîn.

Lîderên NATO ji bo paşerojê 8 biryarên sereke girtin

Ji bilî van, di roja yekem a civînê de, Stoltenberg diyar kir ku 30 welatên NATO’yê li ser 8 mijaran bi yekdengî biryarek girtin.

Çend ji wan biryarên sereke jî wiha ne:

– Berfirehkirina hevgirtina siyasî, hevkarî û danûstendinê. Ji bo vê, di navbera hevalbendan de zêdekirina civînan û bilez agehdarkirinê.

– Xwegihandina hêzeke parastina hîn zêdetir. Ji bo vê, wê lêçûna budçeya leşkerî, civakî û binesazî bê zêdekirin.

– Li herêmên dûr hevkariyên xurtir ava kirin. Hewldanên nêzîkbûna bi welatên Asya Pasîfîk, Afrîka û Amerîkaya Latîn re.

– Ji bo hêzên ewlehiyê yên Ukrayna û Gurcistanê perwerde û avakirina kapasîteyê.

NATO wê dest bi nexşeyên ewlekarî û veberhênanên nû yên sîber û fezayê bike

Lîderan li ser ewlehiya sîber û fezayê rawestiyan.

Ev herdu beş wekî deverên nû hatin nas kirin ku NATO pêwistî dibîne di van waran de zêdetir çalak be û ewlehiyê dabîn bike.

Her wiha biryar hate girtin ku hemû budçeyên veberhênanê yên sivîl, leşkerî û binesazî yên NATO’yê werin zêdekirin.

Ji bo welatek bibe endamê NATO ti mafê Rûsya yê axaftinê nîne

Li ser pirsa “Wê Rûsya bihêle Ukrayna bibe endamê NATO?” Stoltenberg ev bersiv da.

Netew dê bi xwe biryara paşeroja xwe bidin û cihê xwe li nava kîjan hevlbendan de bigrin.

Rûsiya di vê pirsê de ne xwedî gotin e.

Stoltenberg bi bîr xist ku deriyê NATO-yê ji welatên wekî Ukrayna û Gurcistanê re vekirî ye û wiha got:

“Em jixwe piştgiriya xwe ji wan re tînin ziman û em vê piştgiriyê di gelek waran de nîşan didin, lê pêwist dike ku ew jî reformên pêwîst biqedînin û bi 30 welatên endam re di demek guncaw de lihev bikin.”

Back to top button