Ukrayna..Zelenskiy: Lîderên NATO piştrast kirin ku em ê bibin endamê NATO

Serokdewletê Ukrayna Volodymyr Zelenskiy diyar kir ku lîderên NATO pejirandin ku Ukrayna dê bibe beşek ji hevalbendiyê.

Volodymyr Zelenskiy piştî civîna lîderên NATO li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamaek weşand û wiha got:

Ez têgihiştina hevparên me yên NATO ya di warê xeter û kêşeyên ku em pê re rû bi rû dimînin de girîng dinirxînim.

Zelenskiy diyar kir “Rêberên NATO pejirandin ku Ukrayna wê bibe endamê hevpeymanê û pêvajoya endamtiya #MAP perçeyek girînge.

Divê Ukrayna ji bo rola xwe di dabînkirina ewlehiya Ewropa-Atlantîkî de nasnameya ku heq dike bistîne,”

Rûsya bi eşkere li dijî endamtiya Ukrayna ya NATO ye ku berê endamê komara Soveyetê bû.

Serokdewletê Ukrayna Volodymyr Zelenskiy piştî ku Rûsyayê di mehên borî de li ser sînorê welat jimara leşkeran zêde kir, zext li welatên NATO kir da ku pêvajoya endametiy bileztir bikin.

Di vê navberê de tê payîn Serokê DYA Joe Biden û Serokdewletê Rûsya jî wê Çarşemê lihev bicivin.

Back to top button