GELÊ KURD LI BAKURÊ KURDISTANÊ AMADEKARIYA MEŞA ‘BER BI ROJÊ VE’ DIKE

4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Ocalan nêzîk dibe, pê re jî amadekarî û çalakiyên pîrozkirinê zêde dibin. Careke din berê her kesê li Amara ye. Di vê çarçoveyê de gelê kurd, amadekariya meşa “ber bi rojê ve” dike.

Gelê kurd îsal jî hewl dide bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Ocalan ber bi gundê Ocalan Amar yê navçeya Xelfetî ya Rihayê bimeşe.

Gelê kurd, cara despêkê di sala 2004’an de , berê xwe da Amarayê û piştî vê , her sal di heman rojê de ber bi Amarayê ve meşiyan û rojbûna Ocalan pîroz kirin.

Heta niha her sal tevî hemû astengî, zext û zorî û mirinan jî gelê kurd dev ji pîrozkirina rojbûna Ocalan berneda û her sal bi awayekî berê xwe didin Amarayê.

Îsal jî wê cara 15’an hewl bide ku ber bi Amarayê ve bimeşe.

Gelê kurd ji bo meşa ber bi Amarayê ve weke Meşa “ber bi rojê ve” binav dikin.

Leave a Reply

Back to top button