SIPRI: Destberdana ji çekên nukleerî têk diçe!

Di nava bêdengî û guhertina rojevên sereke de, metirsiya çekên nukleerî hîn zêdetir derketiye pêş. SIPRI ragihand ku hewildanên kêmkirina çekên nukleerî ya nava welatên cihanê kêm bûye.

Her çiqasî, jimara serikên nukleerê kêm bûye, jimara çekên ku ji bo karanînê hatine amadekirin jî zêde bûne.

Ji “Şerê Sar” û vir ve di belavbûna nukleerê de meyla daketinê ji 2020 ve rawestiya.

Enstîtuya Swêdê ya Lêkolîna Aşitiyê (SIPRI) ya navenda xwe li Stockholme doh têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyekê de got, her çend li seranserê cîhanê jimara serikên nukleerî ji 13 hezar û 400 daket 13 hezar û 80’an, lê ji salên derbasbûyî zêdetir serikên nukleerî yên ji bo karanînê amade bûn e.

Li gorî daxuyaniyê, jimara serikên nukleerî yên ji bo bikaranînê sala derbasbûyî 3 hezar û 720 bûn, ev yek derketye 3 hezar û 825’an.

Nêzî 2 hezar ji van ji aliyê Rûsya û DYA ve ji bo karanînê xistine amadebaşiyê.

SIPRI jî ragihand ku Washington û Moskova bi bêbandorkirina serikên kêm-model stokên çekên nukleerî kêm dikin.

Li aliyekê din jî bi destpêka 2021’an re her du welatan li gorî sala çûyî bi qasî 50 serikên nukleerê yên din yên nûjen ji bo karanînê amade kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, bi taybet Rûsya serikê muşekên balistîk yên navbera parzemînan di warê bejahî de (ICBM) û moşekên balîstîk ên deryayî, derdora 180 serikên şer zêde kiriye.

Ya diyar Moskowa û Waşîngton li gorî Peymana nû ya Bêçekirinê ku meha Sibatê navbera aliyan de hatî îmekirin pêk anênin.

Alî îdia dikin ku ew li gorî peymanê tevdigerin û dibêjin, di peymanê de ti rêjeyek ji bo sînordakirina depokirina serikan ne hatiye diyarkirin.

Li seranserê cîhanê ji sedî 90 çekên nukleerî di depoyên DYA û Rûsya de ne.

Di destê Rûsya de, 6 hezar 255 û di destê Amerîka de jî 5 hezar û 550 çekên nukleerî hene.

Herdû welat ji bo pêşxistinek hîn zêdetir ya vna çekan kar dikin.

Her wiha di destê Îngilistîna, Fransa, Îsraîl, Çîn, Pakistan, Hindistan û Koreya Bakurî de çekên nukleerî hene.

Welatên navbûrî jî di xebatên xwe yên pêşxistina çekên nukleerî berfireh dikin.

Back to top button