El Mîsmarî: Serdana Akar ya bê koordîne binpêkirina serweriya Lîbyayê ye

Dewleta Tirk li Lîbya ji bo mayîndekirina dagirkeriya xwe planên nû çêdike. Wezîrê Parastina Tirkiyê Akar êdî li ser rêya navbera Tirkiye û Lîbyayê ye.

Berdevkê Artêşa Nîştîmanî ya Lîbya El Mîsmarî diyar kir ku derbasbûna Akar a bê koordîne û ji nişkêve ji bo Terablusê binpêkirina serweriya dewleta Lîbyayê ye.

Bi fermana serokomarê Tirkiye Erdogan di nava demên dawiyê de, şande li pey şande diçin Lîbya.

Bi daxuyaniyên ji aliyê hikumeta AKP’ê derdikevin jî tê xuyakirin li Lîbya planek nû ya mayîna dagirkeriya Tirkiyê heye.

Berdevkê Artêşa Nîştîmanî ya Lîbya Ehmed El Mîsmarî duh di kongreyeke çapemeniyê ya li Bingaziyê de li dijî vê yekê bertek nîşan da.

Ehmed El Mîsmarî got, artêşa Lîbyayê ji bo aştiyê şer dike û destnîşan kir ku hilbijartin dê di dema wê ya diyar de li dar bikevin.

El-Mismarî îdiayên ixwnan û dijberên artêşa Lîbyayê ku ew dixwaze dewletê bike hêzeke leşkerî şermezar kir û ev pirs kir:

“Yên bênavber leşkerkirina dewletê red dikin, li ser mijara derbasbûna wezîrê parastinê yê Tirk bê koordîne ji welêt re çi gotin?”

El Mîsmarî: Akar li baregeha Miîtîqa bi kê re civiya?

Berdevkê Artêşa Nîştîmanî ya Lîbya Ehmed El Mîsmarî serdana Akar a bê koordîne bi sûc bi nav kir û ev tişt anî ziman:

Dewleta Tirk hemû lîbyayî ji baregeha Miîtîq derxistin da ku hêzên li wir têxe bin kontrol xwe, piştre jî wezîrê wê yê parastinê li baregehê bi generalên Tirk re civînan li dar dixe.

Di balafirgehê de kî bi Akar re bû?

Gelo yek ji fermandarên El-Qaîdê pê re bû?

Gelo çekên di navneteweyî de qedexekirî pê re bûn?

Artêşa Nîştîmanî ji wê yekê bifikare ku li herêma başûrê rojava êrîşeke terorî pêk were.

12’ê Hezîranê Wezîrê Parastinê yê Tirk Hulusî Akara ji nîşkêve serdana herêma Miîtîq kir.

Agahiya rêveberiya balafirgehê ji vê serdanê de tune bû.

Akar di serdanê de gotibû Lîbya warê Tirkan e û Tirkiye warê Lîbîyan e.

Ev yek jî armanca mayîn dewleta Tirk ya li herêmê careke din raxist berçavan.

Back to top button