Salvegera Komkujiya Sêfo..Rêveberiya Xweser: Erdogan dixwaze van komkujiyan dubare bike

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî û Partiya Yekîtiya Sûryanî bi boneya salvegera 106. a Komkujiya Sêfo, ku ji hêla dewleta Osmanî ve hat kirin diyar kirin ku îro jî rejima Erdogan dixwaze van komkujiyan dubere bike.
Bang li gelên herêmê hate kirin ku li dijî êrîş û komkujiyan têkoşîn û hevgirtina xwe xurt bikin.

106 sal li ser Komkujiyên Sêfo ku ji hêla Dewleta Osmanî ve li dijî gelên Suriyan û Asur de pêk hat, derbas bûn.

Bi sedhezaran Suryan, Asur û Kildan bûne qurbaniyêbn wan komkujiyan.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vê boneyê daxuyaniyek da û diyar kir ku piştî 106 salan, Erdogan hê jî dixwaze împratoriya osmanî û kirinên bapîrên xwe li herêmê vejîn bike, ji ber wê tevahî herêmê armanc digire.

Rêveberiyê destnîşan kir ku Dewleta Tirk bi armancgirtina herêmên Xirstiyanan li Sûriyê komkujiyên Sêfo bi rêbazên nû û hovtir dubar dike.

Rêvebriya Xweser banga aktîfkirina tedbîrên qanûnî kir da ku hesab ji her kesê ku tevlî qirkirina gel û pêkhateyên herêmê bûne bixwazin û tekez kir ku paşguhkirina civaka navnetewyî ji van sûcan re dibe sedem ku zêdetir qurbanî werin dayîn.

Rêvebriya Xweser di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku şêwazê parastina nasname, hebûn û berxwedana li hember hewldanên komkujiyê, hevgirtin û yekitiya têkoşînê ye.

Partiya Yekitiya Suryanî qurbanên komkujiyê bi bîr anî

Partiya Yekitiya Suryanî jî bi daxuyaniyekê qurbaniyên komkujiya Sêfo bi bîr anî.

Partiya Suryanî di daxuyaniya xwe soza berdewamkirina têkoşînê nû kir û destnîşan kir ku divê zexteke navneteweyî dijî dewleta Tirk were kirin da ku itîrafê bi komkujiyên ku dijî Suryanî û Asûriyan pêk aniye, bike.

Partiya Suryanî tekez kir ku paşguhkirin û nehesabxwestin ji sûcdaran, rê zêdetir li pêşiya komkujî û qirkirinên etnîk ku ji hêla dewleta Tirk ve pêk tê, vedike.

Partiya Yekitiya Suryanî di daxuyaniya xwe de hemû fikirên şofînîst û terorîst ku pêkhateyên cûda tune dike şermezar kir û îşaret bi girîngiya avakirina Sûriyeke demokratîk kir.

Back to top button