Ismet Izet bi merasîmekê li Helebê hat oxirkirin

Lîstikvanê govenda Kurdî yê ji Efrînê Ismet Izet jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî bi merasîmekê li Helebê hat oxirkirin.

Ismet Izet di sala 1953 li gundê Mûskê yê girêdayî nevçeya Raco yê Efrînê ji dayîk bûye.

Izet ji temenê xwe yê biçûk de bi govendê girêdayî bû.

Lîstkvan Ismet Izet dı berdewamıya jıyana xwe ya hunerê de tevî koma xwe bi cil û govenda çiyayê kurmênc li tevahî sûriyê beşdarî gelek festîvalan bû.

Hunermend û lîstkvan Ismet Izet di encamê nexweşiyeke dem dirêj de jiyana xwe ji dest da û li goristana gundê pino yê li texa Şêxmeqsûd ya Helebê bi merasîmekê girseyî ji aliyê heval û hogirên wî, hat oxirkirin.

Back to top button