Iraq..Cenzeyê 123 kesan ji goreke komî ya li Mûsilê hate derxistin

Li herêmeke parêzgeha Mûsilê di encama lêkolînên li nêzî girtîgehê hate kirin de goreke komî hate dîtin.
Di gorê de cenazeyê 123 kesên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine kuştin hatin derxistin.

Hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê yên 2014’an li ser gelê Iraqê piştî 7 salan hîna nû derdikevin.

Goreke din a komî ya ku çeteyan di dema Mûsil xistin bin kontrola xwe de, derdikevin.

Ev der herêmeke li nêzî girtîgeha Bedûşa ya dikeve başûrê parêzgeha Mûsilê ye.

Cenazeyên li gorê bi alîkariya Rêxistina Alîkariya Navnetewî têne derxistin.

Komkujiya girtîgeha Badûş yek ji kiryarên herî bi xwîn ên çeteyên DAIŞ’ê 2014’an li ser Iraqê pêk aniyî bû.

Di Hezîrana heman salê de, çeteyan êrîşî girtîgeha li bakurê rojava kirin, girtiyên Sine derxistin û nêzî 600 girtiyên Şiî kuştibûn.

Rêveberên herêmê dibêjin ku gora komî, piştî hêzên Iraqê Adar 2017’an herê kontrol kirin, hatiye dîtin.

Ev gor ji yek ji deh gorên ku çeteyên DAIŞ’ê li pey xwe hiştin ne.

Di hefteyên dawî de, gelek malbatan nimûneyên xwînê dane da ku bi DNA’yên bermahiyên ku di gorên komî de hatine dîtin bên berhevkirin.

Waliyê Nînowa got,

“Bi hezaran malbat li bendê ne ku bibînin ka çi bi xizmên wan hatine.”

Li zêdeyî 200 gorên komî, hestiyên 12 hezar qurbaniyan hatine dîtin

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî ya 5’ê Kanûna 2018’an weşandin de, hat diyarkirin ku li Iraqê zêdetirî 200 gorên komî ku tê de bermahiyên nêzîkê 12,000 qurbanî hene li deverên ku berê di destê çeteyên DIAŞ’ê de bûn hatin dîtin.

Di raporê de, hate teqez kirin ku rêxistina terorê bi rêkûpêk mafên mirovan ên navneteweyî binpê dike, sûcên şer û tawanên li dijî mirovahiyê kiriye ku ev jî dibe jenosîd.

Back to top button