Hematî: Ez amade me li gel DYA danûstandinê bikim

Bi nêzbûna hilbijartina Serokomariya Îranê re, namzet êdî bi awayekî hîn zelaltir projeyên xwe yên ji bo paşerojê tînin ziman.
Namzetê serokomariyê Ebdulnaser Hematî ragihand ku ew amade ye li gel DYA danûstandinan bike.

Ebdulnaser Hematî têkildarî mijarê li paytexta Îran Tahranê daxuyaniyek çapemeniyê da.

Hematî diyar kir ji bo naskirina şêwaz û stratejiya DYA ya li hemberî Komara Îslamî ya Îranê pêwistî bi rawestînê heye.

Namzetê serokomariyê Hematî got,

Ger ku me dît pêşketin ber bi aliyê aramî û aştiyane ve diçe, ne pirsgirêke ku em li gel wan rûnin.

Hematî balkişand li ser girîngiya domandina têkiliyên bi rojhilat û rojava re û ev tişt anî ziman:

Ez têkiliya bi rojhilat û rojava re, nemaze rojavayê Ewropa, wekî têkiliyên ber bi geşepêdana aborî ve dibin, dibînim.”

Hematî berê Serokê Banka Navendî ya Îranê bû.

Di hilbijartinê de jî weke reformîst tê binavkirin.

Hêjayî gotinê ye, di hilbijartina serokomariya Îranê de, wê 7 namzet bikevin rikberiyê.

Di hilbijartina ku wê 18’ê Hezîranê pêk were de, tê payîn rêjeya beşdarbûnê wê kêm be.

Back to top button