Di nava 6 mehên despêka 2021’an de li Yemenê 37 hezar kes koçber bûn

Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) ragihand ku di nava 6 mehên despêka salê de, ji ber şerê li Yemenê nêzîkî 37 hezar kes koçber bûne.

Rêxistinê têkildarî mijarê bi daxuyaniyekê ev agahî dan:

Ji 1’ê Çile heta 12’ê Hezîrana 2021’an 6 hezar û 121 malbat neçar mane ku koçber bibin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev malbat bi tevahî ji 36 hezar û 726 kesan pêk tê.

Ji van, 169 malbatên ku ji hezar û 14 kesan pêk tê, di nava hefteya dawî de ji ber şerê li herêmê ji malê xwe koçber bûne.

Li gorî daneyên rêxistinê koçberiya herî zêde ji bajarên Taiz, Dalî û Hudeyda pêk hatine.

Rêxistinê têkildarî mijara giştî ya koçberya ji despêka şerê li Yemenê û heta niha jî ti daneyek parve nekr.

Li Yemenê, ku demek dirêj e bêaramiya siyasî lê serdest e, di navbera Hûsiyên piştevaniya xwe ji Îran û hêzên girêdayî hikumetê de şer rûdide.

Ji Îlona 2014’an ve hêzên Hûsî paytexta Yemen Sana jî di nav de beşek ji xaka welat kontrol kirine.

Li dijî vê bi piştevaniya koalîsyona Erebî ku Erebîstana Siûdî ji Adara 2015’an ve piştevaniya hikumeta Yemenê tê kirin.

Neteweyên Yekbûyî jî demên derbasbûyî ragihandibû ku ji sedî 80 Yemenî pêwistiya wan ya bi alîkariyê heye.

Back to top button