Rûniştina 3. a Doza Kobanê

Îro, rûniştina 3’yemîn a Doza Kobanê, ku jê 28 girtî û 108 siyasetmedar tên darizandin, di roja duyemîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqere yê Tirkiyê dewam kir.
Siyasetmedaran di parastina xwe de diyar kirin tu bingeha idîanameyên ku derbarê wan de hatine amadekirin nîn e.
Derbarê 4 siyasetmedaran de biryara berdanê hate dayîn.

Rûniştina 3’yemîn a Doza Kobanê di roja duyemîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dest pê kir.

Bi hinceta çalakiyên di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de yên li dijî êrîşên ku DAÎŞ’ê li ser Kobanê doz hatibû vekirin. Di dozê de 28 girtî û bi giştî 108 siyasetmedar tên darizandin.

Ji xeynî parlementerên HDP’ê, gelek rêveber û kes tevlî rûniştina dozê bûn.

Rûniştin bi parastina siyasetmedar û parêzerên dewam kir.

Piştî tespîtkirina nasnameyan danişînê bi parastina endamê HDP’ê Alî Urkut dest pê kir.

Alî Urkut destnîşan kir ku ji ber Doza Kobanê berfireh e ne pêkane ku di demeke kurt de parastin bê amadekirin û ji bo parastinê daxwaza dema zêde kir.

Dema ku serokê dadgehê xwest derbasî parastina siyasetmedarên din bibe parêzeran got ku wê îttîraza usûlê bikin.

Endamê Desteya Rêveberiya Navenda (MYK) ya HDP’ê yê berê Can Memîş parastina xwe kir

Can Memîş derbarê îdianameya li ser wan de hatiye amadekirin axivî û diyar kir ku tu delîlek di îdianameyê de nîn e û ew bi îdianameyek pûç re rûbirû ne.

Can Memîş em bi idînameyeke pûç re rû bi rû mane

Memîş di parastina xwe de diyar kir ku desthilatdarî ji bo rewabûna xwe her kesê muxalîf dike terorîst û tekez kir idîayên di îdianameyê de bêbingeh in.

Memîş di çarçoveya biryar û mafên ku DMME û AYM daye nasîn beraeta xwe xwest.

Biryara berdana 4 siyasetmedaran hate dayîn

Di dawiya rûniştinê de, biryara berdana 4 siyasetmedaran Ayhan Bîlgen, Berfîn Ozgul Kose, Can Memîş û Cîhan Erdal bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketine derveyî welat, hat dayîn.

Rûniştina sêyemîn a doza Kobanê wê sibê dewam bike.

Back to top button