Çalakiya greva birçîbûnê 200 roj li pey xwe hişt

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan a li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt didome. Rêxistinên hiqûqî û Hiqûqnas Emgîhan Hisên jî dan zanîn ku divê demildest tecrîd bi dawî bibe.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, bi armanca azadiya Rêber Abdullah Ocalan û bi dawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên Tirkiyê, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya girtiyan bi biryardarî di roja 201’î de ji aliyê koma 41’emîn ve dewam dike.

Li gel vê, çalakiya li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûr jî di roja 180’an de didome.

Her wiha çalakiya piştgiriyê ya li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 163 roj li pey xwe hişt.

”Tecrîd cureyeke êşkenceyê ye, divê demildest dawî lê bê anîn”

Rêxistinên hiqûqî yên li Bakurê Kurdistanê jî der barê grevên birçîbûnê de axivîn û gotin:

Ev polîtîkaya tecrîdê, destpêka polîtîkaya ku civakê bi polîtîka tecrîdê bi rê ve dibe ye.

Li girtîgehan mafê mirovan tê binpêkirin û ev her diçe girantir dibe.

Kirinên li girtîgehan pêk tên polîtîkaya taybet a desthilatdariyê ye.

Rêxistinên hiqûqî di dawiyê de diyar kirin ku divê hemû binpêkirinên li girîtgehan bi dawî bibe û tecrîd bê rakirin.

Hiqûqnas Emgîhan Hisên: Tecrîd di aliyê hiqûqî de nayê pejirandin

Hiqûqnas û Endama Dîwana Edaletê ya Herêma Firatê Emgîhan Hisên jî tecîrda li ser Rêber Apo şermezar kir û got:

Tecrîd zagonên hiqûqî û mirovî binpê dike, dewleta tirk di vê mijarê de sûcdar e û divê hesab jê were xwestin.

Emgîhan Hisên destnîşan kir ku bilanên dewleta Tirk û tevahî hêzên hegomonîk vala derketin, ji ber ku felesfeya Rêber Apo di nava wan de dijî û zindî ye.

Back to top button