4 kes di doza Kobanê de hatin berdan

Hevserokê Şaredariya Qersê Ayhan Bîlgen jî di nav de 4 kesên ku bi doza Kobanê dihatin darizandin hatin berdan.

Rûniştina 3’yemîn a Doza Kobanê duh di roja duyemîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pêk hat.

108 siyastemedarên kurd bi hinceta dema êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê de beşdarî çalakiyan bûne tên darizandin.

Siyasetmedarên kurd Ayhan Bilgen, Berfîn Ozgu Kose, Can Memîş û Cîhan Erdal parastina xwe kirin û îda red kirin.

Dadgehê bi şertê kontrola edlî derbarê 4 siyasetmedaran de biryara berdanê da.

Piştî biryarê 4 siyasetmedarên kurd di saetên êvarê de hatin berdan û ji aliyê HDP’iyan ve hatin pêşwazîkirin.

Back to top button