NY: Ji ber birçîbûnê li Tîgrayê mirov dimirin, divê alîkariyek lezgîn were kirin

NY’ê ragihand ku li Tîgrayê ji ber birçîbûnê mirov dimirin, ger alîkariyek navneteweyî neyê pêşkêşkirin, tê payînkirin ku dê karesetek mirovî rû bide.

Berpirsê karûbarên Mirovî li NY’ê Mark Lokok duh ji Dengê Amerîka re ji bo pirsgirêka birçîbûnê ya Tîgrayê banga alîkariyê kir û got:

Li Tîgrayê mirov ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest didin.

Ger alîkariyeke lezgîn neçe ji xelkên Tîgrayê re payînkirineke mezin heye ku karesta 1984’an a ku milyonek Etyopî ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dabûn, li Tîgrayê jî dubare bibe.

Lokok diyar kir ev metirsî netenê li Tîgrayê, lê li navçeyên Efer, Emhera yên li derdora Tîgrayê jî heye.

Mark Lokok di civîneke taybet a NY’ê de hişyarî da ku birçîtî li navçeya Tîgrayê belav dibe, pêwîstî bi alîkariyeke lezgîn a navdewletî heye ku rê li ber bigire.

Her wiha di hefteya borî de, NY’ê piştî tekezkirina metirsiya biçîbûnê li ser 5.5 milyon mirovî, banga agirbestê di navbera girûpên şerker yên Tîgrayî û komên Afrîkî de kir.

Back to top button