Balafirên şer ê Îsraîlê deverên hêzên Hemasê bombebaran kir

Tevî agirbestê jî dîsa di navbera hêzên Îsraîl û Filistinê de vê sibehê şer rû da.

Hat ragihandin ku ev êrîş piştî ku hêzên Filîstîn balonên şewatê ji Xezayê ber bi Îsrayîlan ve avêtin,êrîşa hewayî ya Îsraîlê pêk hat.

Her wiha ragihandina Filistînê jî diyar kir ku balafirên şer ê Îsraîlê du cihên perwerdê yên girêdayî hêzên Hemasê kiriye armanc.

Artêşa Îsraîlê jî bi daxuyaniyekê vê êrîşê piştrastkir ku hêzên wan deverê leşkerî yên “Lîwa Xanyons ya Xezayê” ku girêdayî Hemasê ye bomberan kirin.

Di xwepêşandanên duh de 33 sivîl birîndar bûn

Her wiha duh Fîlîstînî li dijî êrîş û dorpêça li ser Xezayê daketin qadan û xwe pêşandanek pêk anîn.

Di ber destperdana hêzên Îsraîlê pevçûn derket, di encam de 87 filistînî di xwepêşandanê de birîndar bûn û 17 jî ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatin girtin.

Back to top button