KCK: Em hêzên ku insiyatîfa “Kurdistanê Biparêze” ava kirin silav dikin

KCK destnîşan kir ku helwesta li dijî dagirkeriyê û hevkariy PDK’ê xurtir dibe bi vê yekê piştgiriya raya girştî û civakî bi têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd zêde dibe.KCK’ê kes û hêzên ku Însiyatîfa Parastina Kurdistanê ava kirin silav kir û anî ziman ev hewldan cihê serbilindiyê û pîroziyê ye.

Ev nêz 2 meh in, gerîla her roj derbeyên giran li dagirkeriya Tirk dixin û nahêlin dagirker bigîhîjin armancên xwe.

PDK’ê ji bo rizgar kirina dagirkeriyê, hêzên xwe yên leşkerî li derdora gerîla komkirin, ev yek jî li nava gelê kurd de bû cihî fikaran.

Li dijî dagirkeriya Tirk û hevkariya PDK’ê helwesta gelê Kurd li hemû perçeyên Kurdistan û derveyî welat zêdetir dibe.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd hîn bêtir dibe xwedî piştgiriya raya giştî û civakî.

Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî ku ji aliyê PDK’ê ve hat astengkirin, li dijî êrîşên dagirkeriyê insiyatîfa Kurdistanê Biparêze ragihand.

KCK’ê kes û hêzên ku Însiyatîfa Parastina Kurdistanê ava kirine bi rêzdarî silav kir û got:

“Ev hewldana ku ji bo her welatparêzî, ji bo her demokratîk cihê serbilindiyê û pîroziyê ye, li nêzîkatiyeke hov a dewleta Alman û PDK’ê rast hat.

Em di wê baweriyê de ne ev insiyatîf wê di mijara rawestandina êrîşên dagikeriyê û pêşîgirtina li şerê navxweyî, rola xwe hebe.”

KCK’ê Her wiha dûbara anî ziman ku ew li dijî PDK’ê şer nakin ji ber rûdana di navbera wan de wê daxwazên dewleta Tirk pêk bên, lewra ji PDK’ê xwest ku hêzên xwe vekişîne cihên xwe yê berê.

KCK: Piştgiriya bi têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd zêdetir dibe

KCK’ê balkişand li ser astengirina Almanya ji kurd û dostên wan ên xwestin bên hewlêrê û bang li hikumeta Alman kir ku bes bibe hevparê vî sûcê qirkirinê.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê dawiyê got:

“Welatparêzên Kurd û dostên Kurdan bi eşkerekirina vê rastiya Almanya û PDK’ê tevkariyeke gelekî girîng li têkoşîna azadî û demokrasiyê kirine.

Her wiha têkoşîn demokrasî û azadiyê hişt bibe xwedî zemîneke hîn berfireh a civakî û siyasî.”

Back to top button