AUTRALIYA VEGERA ZAROKÊN XWE JI BAKURÊ SÛRÎ RED KIR

Bi qasî 12 hezar zarok û jinên DAIŞ’ê yên biyanî li Bakur û Rojhilatê Sûrî hene.
Piraniya welatên van kesan, heta niha deng ji xwe ne anîne.
Herî dawî Australiya ragihand ku, ew jiyana welatiyên xwe ji ber vegera zarokên DAIŞ’ê naxin xeteriyê de.

Di encama pêngavên YPG, YPJ û QSD’ê de, bi deh-hezaran zarok, jin û çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Ji wan ên biyanî ji 55 welatên Cîhanê ne.

Herî dawî serokwezîrê Australiya Sikot Morîson diyar kir ku, ew ê jiyana welatiyên Australî bi vegeranadina zarokên DAIŞ’ê yên li Sûriyê nexe xeteriyê.

Morîson di kongreyeke çapemniyê de got, vegera van zarokan gelekî xeter e.

Tiştekî tirsnak e ku Australî biçin nava refên DAIŞ’ê û li dijî pirensîb û rêbazên me yên jiyanê şer bikin.

Ya ji vê xerabtir jî, çawa zarokên xwe dixin nava vê rewşê de.

25 Adarê Rêveberiya Xweser 3 zarokên Rûsî radestî Hikûmeta wan kiribû.

Li gorî Rêveberiyê ev zarok eger çareyek ji wan re neyê dîtin, wê bibin xeteriyeke mezin di siberojê de.

Ji lewre bang li welatên van zarok û jinanan dike ku, xwedî li wan derkevin û çareyeke peyda bikin.

Leave a Reply

Back to top button