Di nava hejariyê de hilbijartina serokomariya Îranê pêk tê

Li Îranê ji bo hilbijartina Serokomariyê, tenê 2 roj man.
Lê ji hilbijartinê girîngtir û rojeva sereke ya li welat, krîza aboriyê ye.
Rêveberên Tehranê vê yekê eşkere tînin ziman û weke metirsî jî binav dikin.
Serokê Odeya Bazirganî ya Tehranê Mesud Xwansarî ragihand ku di salekê de rêjeya malbatên di bin xeta hejariyê de ne, ji sedî 15 bûye ji sedî 30.

Li Îranê ev demeke amadekariyên ji bo hilbijartina Serokomariya ku wê 18’ê Hezîranê pêk were tê kirin.

Ji bo serokomariya 13. a Îranê 7 namzetên ji lîsteyên reformîst û muhafezekar cihê xwe digrin.

Bi qasî aloziya pejirandina namezetan, rewşa aborî jî bandorek serke ya li welat kiriye.

Di nava krîza aborî û hejariya li welat de, wê piştî 2 roj din hilbijartin pêk were.

Rêjeya hejariya li Îranê ji sedî 15 derbasî ji sedî 30 bû!

Duh Serokê Odeya Bazirganî ya Tehranê Mesud Xwansarî di civînek ya bi endamên odeya bazirganiyê re, behsa rewşa hejariya ya li Îranê kir.

Mesud Xwansarî diyar kir ku Îran di warê aborî de li nava 130 welatên cîhanê, di rêza 128’an de ye.

Mesud balkişad ser hejariya li welat û wiha got:

“Rêjeya malbatên di bin xeta hejariyê de, di nava salekê de ji sedî 15 gihiştiye ji sedî 30.

Ev jî zengek metirsiyê ye.”

Serokê Odeya Bazirganî ya Tehranê Mesud Xwansarî got,

Mixabin rewşa aborî ya welat gelek xirabe.

Ger pîlanek baş neyê dîtin wê zexta aborî li ser civakê zêdetir bibe.

Back to top button