HPG: Li Metîna û Avaşîn 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên Kurdistanê di çarçoveya pêngavên şoreşger de bersiva êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê didin.
HPG’ê ragihand li herêmên Metîna û Avaşînê di encama çalakiyên gerîla de 11 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Artêşa Tirk a dagirker li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê rojane ji ber çalakiyên gerîla windahiyên mezin dide.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir 15’ê Hezîranê li herêma Metîna di navbera hêzên gerîla û artêşa Tirk a dagirker de ku ji Girê Şehîd Azad ber bi gundê Serero di nava tevgerê de bû, şer qewimî. Hat gotin di encama vî şerî de 3 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

HPG’ê da zanîn di vî şerî de gerîlayê bi nave Demhat Kobanê derbên giran li dijmîn xist û bi lehengî şehîd bû.

HPG’ê ji malbata gerîla Demhat Kobanê û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

HPG’ê destnîşan kir heman rojê li dijî dagirkerên li qada koordînê ya herêma Metînayê çalakî hate kirin. Hat diyar kirin di vê çalakiyê de jî ku bi xurtî li dijmin hate xistin 5 dagirker hatin kuştin û 2 dagirker jî birîndar bûn.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê jî li dijî dagirkeran çalakî hatin lidarxistin û ev agahî hat parvekirin,

“15 û 16’ê Hezîranê dagirkeran bikaranîna bombeyên gaze xwestin bikevin tûnelên şer yên li ser Girê Silêman yê bi ser herêma Avaşînê. Gerîla bi çekên ferdî û taktîka sabotajê li dagirkeran xist. Di van çalakiyan de 3 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.”

Her wiha HPG’ê diyar kir tevî hemû hişyariyan jî hêzên PDK’ê yên ku li herêma Metîna bi cih bûne çêkirina çeperan û rêyan didomînin.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û gundên başûrê Kurdistanê dewam dikin.

HPG’ê diyar kir 15 û 16’ê Hezîranê herêmên Metîna û Avaşîn bi balafirên şer û helîkopteran hatin bombebaran kirin.

Hat diyarkirin ji ber van bombebaranan tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Back to top button