Li Şiyê dewleta Tirk ji bo malbatên çeteyan kampekê ava dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya xwe bê navber didomînin.
Li navçeya Şiyê ji bo malbatên çeteyan kampek tê avakirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan eşker kir ku li 30 cihên Efrînê kamp têne avakirin.
Her wiha çavdêriyê diyar kir ku di meha Gulana borî de li Efrînê 6 sivîl hatin kuştin, 30 sivîl jî hatin revandin.

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk ji bo pêkanîna plana guhartina demografîk, ji bo malbatên çetayan kampan ava dike.

Li nêzî gundê Çeqela yê Şiyê dagirkeran kamp ku malbatên çeteyan lê bi cih dibin vediguherîne wargeheke niştecihê.

Li gorî malpera Tora Çalakvanên Efrînê, ev wargeh ji 600 malan pêk tê û ji bo malbatên çeteyên ku di şerên dewleta Tirk de hatine kuştin tên avakirin.

Tora Çalakvanan destnîşan kir ku dagirkeran beriya du heftiyan dest bi avakirina vê wergehê kirine, ji ber vê yekê gelek darên derdora deverê hatin birîn.

Çavdêriya Sûrî: Li Efrînê ji bo malbatên çeteyan zêdeyî 30 kamp tên ava kirin

Di vê derbarê de Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku dewleta Tirk bi avakirina wargehên niştecihê bi alîkariya komeleyan guhartina demografîk pêk tîne.

Çavdêriya Sûrî di bîlançoya xwe ya meha Gulanê de eşker kir ku dagirkeran wargehên niştecihê li zêdeyî 30 deverên li Efrînê û navçeyên wê ava dike.

Çavdêriya Sûrî: Di gulana borî de li Efrînê 6 sivîl hatin kuştin 39 jî hatin revandin

Çavdêriyê sûc û kirinên çeteyan ku li dijî Efrîniyan di meha borî de pêkanîne jî eşkere kir.

Çavdêriyê diyar kir ku Li Efrînê

6 sivîl hatin kuştin û ji wan ciwanekî ji gundê Dargirê yê Efrînê di girtîgeha çeteyan di bin êşkenceyê de hat kuştin.

Zêdeyî 39 sivîl hatin revandin û çarenûşa 28 sivîl nediyar in.

Çavdêriya Sûrî: Di gulana borî de li Efrînê 39 hezar dar hatin birîn

Ji bo forotina êzingan jî derdor 39 hezar dar yên bi berhem hatin birîn.

Bi hezaran darên zeytûnê yên 50 welatî yên ji gundê Kefer Sefrê yê Cidirêsê ku koçberbûne hatin desteserekirin.

Her wiha gelek mal û milkên şêniyên Efrînê hatin destserkirin.

Back to top button