Hikumeta Efxanistan û Talîban careke din dest bi danûstandinan kirin

Di nava alozî û bazaran de rewşa Efxanistanê careke din derketiye pêş.
Tevî demek dirêj ji rawestandina danûstandinên aştiyê ên navbera Tevgera Talîban û hikumeta Efxanistnaê de, alî careke din li Dewhayê civiyan.
Serokomarê Tirkiye Erdogan jî daxwaza xwe ya mayîna li Efxanistanê dike.
Talîban jî ragihand ku piştî 11’ê Îlonê her çi hêzek li welat bimêne wê bibe hedefa êrîşên wan.

Danûstandinên aştiyane yên navbera Talîban û hikumeta Efxanistanê ku ji meha Nîsanê ve rawestiyabû, careke din despê kir.

Ajansa AFP’ê ragihand ku doh li paytexta Qeter Dohayê careke din di navbera aliyan de civînek pêk hat.

Berdevkê Talîbanê jî ev yek piştrast kir.

Piştî ku Talîban beşdarî Konferansa Efxanistanê ya ku dihat plankirin li Stenbolê pêk were nebû, di meha Nîsanê de hevdîtinên aştiyê yên navbera aliyan bi dawî bû û konferans ji ber vê geşedanê hate paşxistin.

Serokê DYA yê berê Donald Trump 29’ê Sibata 2020’an li gel Talîbanê peymana vekişîna ji Efxanistanê ya 1’ê Gulana 2021’an îmze kiribû.

Bi hatina rêvberiya nû ya welat re, Joe Bide 14’ê Nîsana 2021’an daxuyaniyek da û ragihand ku wê ji 1’ê Gulanê dest bi vekişînê bikin û heta 11’ê Îlonê tevahî leşker li welat vegerin.

Di demeke ku vekişîna hêzên biyanî ji welat despêkirî de, daxwazek zêde ya Tirkiye ji bo mayîna li Efxanistanê heye.

Erdogan dixwaze berdêla pereyan de li Efxanistanê bimîne

Tirkiyê di meha Gulanê li civîneke NATO de daxwaza xwe ya mayîna li Efxanistanê ragihandibû.

Ev daxwaz herî dawî di civîna Lîderên NATO de jî ji aliyê Serokomarê Tirkiye Erdogan ve hatibû kirin.

Erdogan got, di berdêla pereyan de ew dixwazin li herêmê bimênin.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Storltenberg jî gotibû,

Tirkiye dikare li wir rolek mezin bileyîze.

Talîban: Piştî 11’ê Îlonê hêzek li Efxanistanê bimîne wê bibe armanca me

Lê vê yekê li gel tevgera Talîbanê hêrsek zêde daye avakirin.

Tevgera Talîbanê gef dixwe û dibêje, piştî 11’ê Îlonê roja dawî ya vekişîna hêzên biyanî yên li welat û pêde wê hêzek li welat bimêne weke dagirker bibinin.

Her wiha wê ev hêz hertim di hedefa wan de be.

Back to top button