Hêzên hikumeta Şamê cih û deverên artêşa Tirk û çeteyan topbaran kir

Li Idlibê di van rojên dawiyê de şer her diçe gur dibe. Hêzên hikumeta Şamê cih û deverên artêşa Tirk û d çeteyên wê topbaran kirin, li Derayê jî 2 leşkerên hikumetê hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên mirovan ragihand ku Hêzên Hikumeta Şamê derdora cihên artêşa Tirk yê li gundê Serca yê li Cebel El-Zewiyê topbaran kir.

Artêşa Tirk û çeteyên wê jî deverên hêzên hikumetê yên li Kefer Nibil û yên din li başûrê Idlibê hedef girt.

Her wiha hêzên hikumetê deverên El-Enkawî û Ziyare yên li Sehil El-Xab ên li bakur-rojavayê Hemayê topbaran kirin.

Çavdêriyê diyar kir ku çeteyan êrîşî cihên hêzên hikumetê yên li eniya Marat Herma ya li başûrê Idlibê kirin.

Li Derayê 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li derdora bajarokê Dêr Edes yê li Bakurê Derayê jî mayînek bi weseyateke hêzên hikumetê Şamê ve teqiya.

Li gorî Çavdêriya Sûrî,di encama teqînê de 2 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Back to top button