Şêniyên Dêra Zorê bi meşekê êrîş û kiryarên dewleta Tirk şermezar kirin

Bi sedan welatiyên Dêra Zorê bi meşeke girseyî, êrîşên dewleta Tirk yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar kirin.
Bang li hêzên navnetewî hat kirin ku sînorekî ji êrîş û kiryarên dewleta Tirk re deynin.

Bi sedan ji şênî, Ciwanên Şoreşger û Rûsipî û Şêxeşîrên Dêra Zorê li bajarê Hecînê li dijî êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Rêveberiya Xweser meşek li dar xistin.

Meş li pêşiya Nexweşxaneya Hecînê dest pêkir û li navedna bajêr veguherî mîtîngê.

Şêniyên herêma Hecînê piştigiriya xwe bi Hêzên Sûriya Demokeratî re nîşan dan.

Şênî, Saziyên Civaka Sivîl û Ciwanên Şoreşger li dijî kiryarên dewleta Tirk li ser herêmê daketin qadan.

Em bi Hêzên Sûriya Demokeratîk re ne û tim emê piştigirya wan bikin.

Ev hêzên ku em û wan di xendeqekê de kar dikin.

Her wiha diyar kirin ku armanca wan ji vê meşê bêdengiya hikumeta Şamê û Iraqê ji kiryarên dewleta Tirk re.

Şênî ji bo kiryarên dewleta Tirk li ser xelkên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar bikin, beşdarî meşê bûn.

Bi riya qutkirina ava çemê Firatê dixwazin xelkê herêmê birçî bihêlin.

Em bêdengiya hikumeta Sûriyê û Iraqê li hember van kiryaran û ne berpisyariya wan li himberî xelkên herêmê rexne dikin.

Di mîtîngê de piştî deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdan, Rûsipî û Şêxeşîr û Ciwanên Şoreşger daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de, kiryarên dewleta Tirk li ser herêmên Rêveberiya Xweser hatin şermezar kirin.

Her wiha piştigiriya xwe bi Hêzên Sûriya Demokratî QSD’ê re nîşan dan.

Di dawiya daxuyaniyê de şêniyên Dêra Zorê bang li dewletên navnetewî kirin ku bi erkê xwe rabin û sînorekî ji kiryarên dewleta Tirk re deynin.

Back to top button