Însiyatîfa Parastina Kurdistanê banga piştgiriya berxwedana gerîla kir

Însiyatîfa Parastina Kurdistanê ya Navneteweyî li Silêmaniyê, helwesta PDK’ê ya li hemberî hewldanên aştîxwaziyê rexnekir bang li gelê Kurd kir ku dijî dagirkeriya dewleta Tirk bibin yek û piştgiriyê bidin berxwedana gerîla.
Ji rêvebriyên YNK’ê Bilêse Cebbar Ferman jî bang li Parlamentoya Iraqê kir ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê helwestê nîşan bide.
Endamê Malbenda Komeleya Dadger Ehmed Mewlewî jî diyar kir ku serokomarê Tirk Erdogan weke Sedam Hisên ola îslamî ji bo veşartina sûcên xwe bi kar tîne.
Şêniyên Germiyan û Silêmaniyê jî bang li Mesûd Barzanî kirin ku wekî Mûrad Karayilan helwestek netewî nîşan bide.

Însiyatîfa Parastina Kurdistanê ya Navneteweyî ji bo rê li ber dagirkeriya dewleta Tirk bigrin, li Başûrê Kurdistanê ye.

Lê PDK bi ti awayî nahêle şande kar û xebatên xwe yên ji bo aştiyê bidomîne.

PDK’ê li Hewlêrê nehêla şande daxuyaniyek çapemeniyê jî bide.

Ji bo vê şande derbasî Silêmaniyê bû û li wir daxuyaniyek çapemeniyê da.

Şandeyê helwesta PDK’ê ya li hemberî hewldanên aştîxwaziyê rexnekir û ev bang kirin:

-Divê dagirkerî û guhertina demografî ya li Başûr Kurdistanê were rawestandin.

-Divê kavilkirin û talankirina jîngeha Kurdistanê bê rawestandin.

-Divê hemû cûrên alîkariya navnetewî û hêzên herêmê ya ji bo komkujiyên li Kurdistanê bê rawestandin.

-Divê hemû partiyên Kurdistanê, rêxistin û sazî, dijî dagirkeriya dewleta Tirk hev bigrin û piştgiriyê bidin gerîla.

-Ji dagirkeriya Osmanî ya nû re Na. Bila Kurdistan bibe herêmek azad û dûrî dagirkeriyê be.

Însiyatîfa Parastina Kurdistanê wê tevlî meşa sibe ya li Silêmaniyê bibe

Wê sibe li Silêmaniyê bi pêngentiya hunermendan li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê di saet 17.00’an de xwepêşan destpê bike.

Şandeya navneteweyî ya Aştî û Azadî ji bo Kurdistanê li Silêmaniyê, di civîna çapemeniyê de ragihand ku wê sibe li Silêmaniyê tevlî meşa bi pêşengiya hunermendan li dijî dagirkeriya Tirkiyê tê lidarxistin bibe.

Şandeya navneteweyî ya Aştî û Azadiyê bang li her kesê kir ku tevlî meşê bibin.

Ji rêvebriyên YNK’ê Bilêse Cebbar Ferman: Divê parlamentoya Iraqê helwestê nîşan bide

Bilêse Cebbar Ferman ku ji rêvebriyên Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye derbarê êrişên Tirkiyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê daxuyanî da.

Bilêse Cebbar Ferman diyar kir ku PDK hewl dide bi ser navê hikûmeta Herêmê bikeve şer û got:

“Em parçeyekî hikûmetê ne û şer red dikin. Em li dijin ku li ser navê hikûmetê banga şer bê kirin.”

Ferman, diyar kir ku Tirkiye qanûnên navneteweyî bin pê dike, sînoran derbas dike û gundiyan dike hedef û li dijî vê divê Parlamentoya Iraqê helwestê nîşan bide.

Endamê Malbenda Komeleya Dadger Ehmed Mewlewî: Erdogan weke sedam hisên e

Endamê Malbenda Komeleya Dadger Ehmed Mewlewî yê li navçeya Çemçemal ya ser bi Silêmaniyê, derbarê dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê, ji Rojenws re axivî.

Ehmed Mewlewî diyarkir ku serokkomarê Tirk Erdogan, weke Sedam Hisên ola îslamî ji bo veşartina sûcên xwe bikartîne.

Mewlewî balkişand ser melayan û da zanîn ku ya ku mela ji bo Qudsê dikin, nîvê wê jî ji bo pirsa kuştina Kurdan nakin.

Back to top button