Li Şengalê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û helwesta PDK’ê, meşek girseyî hat lidarxistin.
Meş di navbera bajarokên Sinunê û Xanesorê de, ji cihê ku komên girêdayî PDK’ê di 3’yê Adara 2017’an de êrîşî ser Xanesorê kiribûn, destpê kir.
Xelkên Şengalê heta benda Şehîd Amed a Asayîşa Êzidxanê meşiyan û li wir li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyaniyek hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hevkariya PDK’ê û bêdengiya hikûmeta Iraqê hate şermezar kirin.
Dawiyê bang li hikûmetên Iraq û Başûrê Kurdistanê, hemû partiyên Iraqê û saziyên navnetewî hate kirin ku rê li pêşiya êrîşên dewleta Tirk bigirin.