Komîteya Azadiya Ocalan a Başûrê Kurdistanê diyar kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk yekîtiya gelê Kurd dikare pêşî li şerê Kurdî Kurdî bigre û dawî li dagirkeriyê bîne.
Komîteya Azadiyê duh li Sekoy Azadî ya li Silêmaniyê daxuyaniyek da û anî ziman “PDK’ê bi hevkariya li gel faşîzma Erdogan serkêşiyê ji derxistina şerê Kurd bi Kurd re dike.
Ev hevkarî û bêdengiya li beramberî dagirkeriya dewleta Tirk û aliyên şerxwaz dikeve xizmeta pilanên dagirkeran.”
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin tekane kilîta çareseriya pirsgirêka Kurd Rêber Abdullah Ocalan e.
Komîteyê bang li hêz û aliyên peywendîdar kir ku bi berpirsyarî nêzî rewşê bibin û helwesteke cidî li dijî dagirkeriyê nîşan bidin.