Mihemed Şêxo: Ajndeyên derve li paş bûyerên li Efrînê û Minbicê ne

Hevserokê Meclisa Rêvebir a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo diyar kir ku ajndeyên derve li paş êrîşa li dijî Nexwşxaneya Efrîn û buyerên li Minbicê ne. Rêvebirên jin ên li Dêra Zorê jî destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin û pêşî li her êrîşeke li dijî herêmê, bigirin.

Kesên nenas bi gelek moşekan nexweşxaneya bajarê Efrînê di 12’ê Hezîranê de kir hedef, di encamê de gelek sivîl hatin kuştin.

Hevserokê Meclisa Rêvebir a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo, êrîşa li dijî nexweşxaneya Efrînê şermezar kir û bi sûcekî dermirovî bi nav kir.

Mihemed Xêr Şêxo topbarankirina nexweşxaneya li Efrînê bi bûyerên vê dawiyê yên ku li Minbicê girêda.

Ne ji exlaqê me ye ku navendên tenduristî û karmendên tenduristiyê bike armanc.

Her wiha ne ji prensîbên peymana civakî ye ku navendên wiha bike armanc.

Lê pirs ev e; gelo dema bombebaranê tesaduf e?..

Bombebarankirina nexweşxaneyê çend roj berî civîna G7 ne tesadûf e, lê hewldaneke li dijî QSD’ê ye.

Em topbarankirina nexweşxaneya li Efrînê bi bûyerên vê dawiyê yên ku li Minbicê girêdidin.

Hêzên Sûriya Demokratîk kiryarên wisa nabe were tawanbarkirin.

QSD’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku tu têkiliya wan bi bûyerê re tune ye.

“Em ê pêşî li her êrîşekê li dijî herêmên me bigirin”

Di heman çarçoveyê de, Rêvebirên jin ên li Dêra Zorê, hewldanên derxistina tevliheyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser ne li gorî planên dijminan e.

Jinan got:

“Em ji van planan haydar in û em ê di hemû astên siyasî, leşkerî, aborî û civakî de xwe bi rê ve bibin, em ê têkoşîna xwe bidomînin û pêşî li her êrîşeke li dijî herêmên me, bigirin.”

Back to top button