CENAZEYÊ ÇALAKGER SIRAÇ YUKSEK LI NISÊBÎNÊ HAT VEŞARTIN

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan çalakiyên cur be cur têne lidarxistin. Girtî Siraç Yuksek li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan çalakiyek fedayî pêk anî. Îro cenazeyê şehîd Yuksek li Nisêbînê di bin dorpêça polîsan de hat veşartin.

Siraç Yuksek ji 1’ê Adarê ve li dijî tecrîdê ketibû greva birçîbûnê.

Cenazeyê Yuksek rakirin Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê.

Cenazeyê Sîraç Yuksek ku li dijî tecrîdê çalakiya fedayî kir, li Nisêbînê hate veşartin.

Polîsên dewleta Tirk a faşîst ji bilî malbatê nehişt tu kes tevlî merasîma cenaze bibe.

Polîsên Tirk ku dor li goristanê girt, nehişt koma ku ji bo merasîmê hatibû ber goristanê, tevlî merasîmê bibe.

Dayika Sîraç Yuksek Emşa Yuksek têkildar mijarê axivî û got,

“Ji bo ku mirov nemirin, divê hemû kes deng derxîne.

Ji ber vê bêdengiyê mirovên me dimirin.

Kurê min çû, bila tu zarokên din neçin.

Beriya niha jî Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar , Ûgûr Şakar û Yonca Akici çalakiyên fedayî pêk anîbûn.

 

 

Leave a Reply

Back to top button