Ji ber qutbûna ava Firatê li Reqayê çandina garis kêm bûye

Nivîsgeha Xebitandina Stasyonên Avê ya Komîteya Çandiniyê a Reqayê diyar kir ku ji ber kêmbûna ava Firatê rêjeya erdên çandiniyê kêm bûye.

Têkildarî mijarê Serokê Nivîsgeha Xebitandina Stasyonên avê Şêx Nebî axivî û wiha got,

“Rêjeya avê pir kême û têra erdên li bajarê Reqayê û gundên wê nake.

Ji bona ku cotkar zirarê nebînin divê cotkar çandina garisên zer kêm bikin”.

Şêx Nebî diyar kir ku her sal rêjeya pembo 35 ji sedî bû lê niha ji ber kêmbûna avê ji sedî 17 heta 20 e.

Şêx Nebî da zanîn ku heger qutkirina ava Firatê berdewam bike wê bibe sedema bobelateke jîngehî û mirovî.

Şêx Nebî bang li rêxistinên mafên mirovan û dewletên cîhanê kir ku pirsgirêka ava Firatê çareser bikin.

Back to top button