Tevgera Azadî û malbatên şehîdan serdana malbata Şehîd Ebûbekir kirin

Şandeyek ku Tevgera Azadî di nav de serdana malbata Şehîd Ebûbekir Tofîq kir, ku di êrîşa Tirkiyê ya 13’ê hezîranê şehîd bû. Cîgara Hevserokatiya Tevgera Azadî Tara Hisên got ku pêwîst e malbatên şehîdan bi hev re li pêşiya êrîşan û şerê Kurd bi Kurd bigirin.

Malbatên Şehîd Ebas Îbrahîm û Ebûbekir Tofîq jî ragihandin ku wê têkoşîna şehîdan berdewam bikin.

Di 13’ê hezîranê de li herêma Pişder a Silêmaniyê wesayîtek ji aliyê artêşa Tirk ve hate bombebarankirin û di encamê de 4 kes şehîd bûn.

Ebas Îbrahîm ê xelkê Silêmaniyê û Ebûbekir Tofîq ê xelkê Qeladizê di nava şehîdan de bûn.

Li bajaroka Qeladizê şandeya Tevgera Azadî, Komîteya Malbatên Şehîdan, Grûba Asoya Nû û malbata Şehîd Ebas Îbrahîm serdana malbata Şehîd Ebûbekir Tofîq ê kir û ji malbatê re sersaxî xwest.

Cîgara Hevserokatiya Tevgera Azadî Tara Hisên di dema sersaxiyê de axivî û diyar kir ku Tirkiye dixwaze Kurdan bi hev bide şerkirin û hem şer di nava xwe de derbixe derve, hem jî statûya Başûrê Kurdistanê hilweşîne.

Tara Hisên destnîşna kir ku pêwîst e malbatên şehîdan bi hev re kar bikin û rê li pêşiya êrîşan û şerê Kurd bi Kurd bigirin.

Xwişka Şehîd Ebas Îbrahîm, Mihabat Îbrahîm jî axivî û got ku ew soz didin ku riya şehîdan berdewam bikin û netirsîn.

Birayê Şehîd Ebûbekir, Elî Tofîq jî axivî û bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê û aliyên peywendîdar kir ku bila bêne rê û li dijî vê dagirkeriya dewleta Tirk bibin xwedî helwest.

Back to top button