Bi fermana AKP’ê êrişî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê hat kirin

Faşîzma AKP-MHP, Partya Demokratîk a Gelan HDP’ê dike armanc û nîjadperestên xwe dixt tevgerê. Li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê êrişek bi çek pêk hat.

Di encamê de, xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz hate kuştin. HDP’ê ragihand ku ev êriş bi zanabûn hatiye kirin.

Faşîzma AKP û MHP destnîşan dike, û nîjadperestên Tirk jî êriş dike.

Careke din li nava rojê û pêş çavê her kesê nîjadperestê bi navê Onur Gencer êrîşî avahiya HDP’ê ya li Îzmîrê kir.

Nîjadperest Gencer li avahiya HDP’ê gule barand û xwest avahiyê bide ber agir.

Di êrîşê de xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz hate kuştin.

Êrişkar ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û li Rêveberiya Polîsan a Îzmîrê tê ragirtin.

Wêneyên êrîşkar yên Minbic û Helebê derketin

Di wêneyên Onur Gencer ê kujer ku li ser medya civakî hatin belavkirin de tê xuyakirin ku bi çekan hedef nîşan digire û îşaretên nijadperestan kiriye.

Her wiha di wêneyê kujer de tê dîtin ku berê çûye Helebê û Minbicê û wêneyên ku çek di destê wî de hatin belavkirin.

HDP: Wezîrê Karê Hundirîn berê nîjadperestan daye partiya me

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê têkildarî bûyerê daxuyaniyek niviskî weşand û wiha got:

“Bi mehan e partiya desthilatdar, Wezareta Karên Hundir partiya me dikin hedef û ji bo provokasyonan hin malbatan bi rêxistin dikin, ber bi avahiyên me yên bajaran ve dişînin. Di encama vê yekê de îro serê sibehê saet di 10:30’î de li dijî avahiya partiya me ya Îzmîrê êrişeke çekdarî hate kirin.”

HDP: Êrişkar û yên berpirsyar diyar e

HDP’ê provaya provokasyonê ya 16’ê Hezîranê di dema Doza Kûmpasê ya Kobanê de li Sîncanê hate kirin bi bîr xist û destnîşan kir ku ev êriş encama wê provokasyonê ye.

HDP’ê diyar kir ku ev provakasyona metirsîdar ji aliyê Wezareta Karê Hundirîn ve hatiye kirin.

Back to top button